Gazîkirina Siyaweş Heyatî bo dadgeha Giştî û Şoreşa bajarê Sehne
“Siyaweş Heyatî” Berdevkê Encûmena Şêwreya Çalakvanên Medenî yê Yarsanan û Berpirsê Eniya Yekîtiya Kurd, bi tohmeta “kombûn û têkdana ewlehiya navxwe” bo taya Yek ya Lêpirsîna Dadgeha Giştî û Şoreşa bajarê Sehne hat gazîkirin.
“Heyatî” li rêkevta 6`ê Reşemeyê bi wergirtina gazînameyê û ku ji wî ra hatiye ragihandin dibe heta 5 rojan bona dawîn berevanîkirin ji xwe, serdana taya Yek ya Lêpirsîna Dadgeha Giştî ya Şoreşa bajarê Sehne bike.
Roja Sêşemî 13`ê Befranbarê, “Siyaweş Heyatî” piştî 23 rojan binçavkirinê bi danîna barimteyê li girtîgeha Dîzelavaya Kirmaşanê bi awayê demkî hatibû azadkirin.
Roja Pêçşemî 8`ê Befranbarê, Berpirsê Eniya Yekîtiya Kurd, li girtîgeha Dîzelavaya Kirmaşanê bo îdareya îtla`ata wî bajarî veguhastibûn.
Roja 9`ê Sermawezê, “Siyaweş Heyatî” ku digel hejmarek hevalên xwe bona hevdîtina hejmarek binçavkiriyên merasima 27`ê Xezelwerê li Kirmaşanê serdana bajarê Sehne kirbûn, li dema zivirîn bo Kirmaşanê li rêya Bêstûnê, bi bê nîşandana belgeya yasayî bi tundûtîjiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Herwisa “Heyatî” roja Înê 1`ê Rezberê, li gundê “Wirgme” yê ser bi bajarê Dalahoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û her li destpêka binçavkirinê dest havêtibû bi girevê.
Navbirî roja Duşemî 4`ê Rezberê, li girtîgeha îtla`ata Kirmaşanê bo girtîgeha Dîzelavayê hatibû veguhastin û roja Şemî 16`ê Rezberê bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.
Piştire Berdevkê Encûmena Şêwreya Çalakvanên Medenî yê Yarsanan û Berpirsê Eniya Yekîtiya Kurd, ji aliyê taya 5 ya Dadgeha Şoreş a Kirmaşanê ya li Îslamava Xerbê, bi tohmeta “Piropagende li dijî nizamê ji rêya gotûbêjkirin digel televîzyon û medyayan û herwisa îşarekirin bi kuştiyên nerazîbûnên berê û zalim zanîna nizama Komara Îslamiya Îranê”, pêka madeya 500 ya Yasaya Cezaya Îslamê, cezaya salek hepsa te`izîrî bo hatibû birîn.
Yek din ji tohmetên wî, “tûjkirina xelkê bo kuştin û şer bi armanca têkdana ewlehiya welat” bûye ku dadgehê bi sebeba neşiyana îsbatkirinê, bona qaîlkirinê û herwisa pêka xwandina madeya 37 ya Yasaya Bingehîna Dadweriya cezayê, navbirî serbest berdabû.