Ajansa Kurdpa: Pêşangaya wêneyan ya jinên Kurd ên wênegir, bi amadebûna komek ji hunermend û şopînerên hunera wêneyan di hola “Sîmurx” ya bajarê Bokanê de hate vekirin.
Ev pêşnagaha di rêkevta 23`ê Pûşperê de hatiye vekirin û heta 29 vê mehê wê dom hebe.
Berpirsê îdareya Çand û Îrşada pêşngehê gotiye ku: “Eva duyemîn pêşnageha girûpa wêneyên jinên Kurd e, ku yekem car di bajarê Sine de hate lidarxistin, û vê carê jî di hola “Sîmurx” a bajarê Bokanê de lidar xistin”.
Herwisa navbirî daye zanîn ku: “Di vê pêşangehê de 39 berhem ji 25 wênegirên jin ji parêgehên weke “Urmiye”, “Sine” û “Kirmaşan”ê, û mijar û wêneyên van jinên Kurd dikevine ber çavên hezkriyên hunera wêneyan, û ev pêşangeh jî, ji 23`ê Pûşperê heta 29`ê Pûşperê wê verkirî be”.
Berpirsê Îdareya Çand û Îrşada Îslamî ya bajarê Bokanê di kêlega vekirina vê pêşangehê de di konferanseke rojnamevanî de got ku: “Îro berevajiyê demên berê hunera wênegirtinê rengekî hêsan bi xwe girtiye, ku ev jî bi sedema pêşkevtîbûna kemêrayên wênegirtinê ye, lê dibe bizanibin ev qas jî hunera wênegirtinê hestiyartir û aloztir bûye, eva jî bi sedema vê ye ku wênegirtin pêk hatiye ji huner û Pîşe û dibe ku girîngiyeke zêde bi aliyê hunera wê bê dan”.
Ehmedî di doma axavtinên xwe de got ku: “Pêşangeha wêneyên jinên Kurd ji aliyekî Naşibhe wênegirtina mêran, belku nîşaneya dîtingehek taybet ya jinên Kurd derheqê rojevê de ye, herwisa dîtingeha cîhanî, curên bîrkirin û ezmûnên binirx di jiyana rojane ya van de ye”.
Navbirî tekez jî kiriye ku: “Pêşangeha wêneyên jinên Kurd nîşaneya mîrata kulturî ya hevpar di civakeke xwedî bîr û bê hevta, û nîşaneya dîtingeha cîhanî ya jinên hunermed yên Kurd e, derheqê mijarên civakî û pirsgirêkên ku hene”.












