Ajansa Kurdpa: koma çandî-huneriya Vejîn li doma xebatên xwe de û bi hatina şeva Yelda, bi pişkdariya hejmarik zor ji helbestwan û edîbên Kurd, korik edebî bi rê bir.
Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, saet 8ê êwara roja Şemî, 30ê Sermawez, korik edebî û şaîrane li şarê Merîwan bo bir kirina şeva Yelda hate rêxistin ku têde xelata sal bi Celal Melekşahî, helbestwanê binavê Kurd hate pêşkeş kirin.

Despêka rêresmê de peyama sentera Vejîn ji aliyê “ Ednan Nasirî” hate xwendin û paşî Celal Melekşa, mêvanê taybetiyê rêresmê, helbestên “ Karwan karwan”, “ Helo” û “ Êwara Xerîb” , pêşkêşî pişkaran kir.
Li qonaxik din de fîlma “ Berd(Kevir)” bi derheneriya Pervîz Rostemî hate şanî dan û paşî gurûpa mûzîka sentera Vejîn, çend perşe mûzîkik pêşkêş kirin û paştir “ Şev çere û Hinar” li nawa pişkarande parvekirin.
Li doma rêresmê de helbestwanê Kurd, Kiyûmers Emîrî, nas kirî bi Lek Emîr û paştir jî helbestwanê ciwan, Aram Fethî û her wisa Şadî Seidullahî û Enver Rewşen, Elî Hêyderî, helbestwanê Kurd ji xelkê Xurasan, Kemal Emînî, Gulale Durûdiyan, Şino Civanroyî û Yûnis Rizayî, helbestên xwe bo mêvanan xwendin.
Li rêresmê de ku heya saet 11ê şevê dom kir, Ednan Berzencî, jiyan nameya Celal Melekşahî(Melekşa) xwend û paşî xelata “ Berûya zêrîn” bo rêz girtin ji emrik xebat li barên edeb û çanda Kurdî de, pêşkêşî helbeswanê Kurd, Celal Melekşahî kir.
Cela Melekşahî li sala 1330a rojî li gundê “ Melekşa “a ser bi şarê Sinê ji dayîk bû û li midê emrê çandî û helbestwaniya xwede, çendîn berhemên binavên edebî û helbestî afirandine û heya niha berhemên vî bi zimanên Erebî, Firansî, Ingilîsî û Rûsî hatine wergêrandin.










