Ajansa Kurdpa: Komara Îslamî a Îranê bi awayekî berdewam rêgiriyê ji vergirtina wilatiyên Kurd jibo Hêzên Esmanî dike.
Li gor rapora gihiştî bi Ajansa Kurdpa: wilatiyek Kurd ê bi navê “Celal Eqîde” serbarî derbas kirina hemû devreyên perwerdehî û hîn bûna Firokevaniyê, rêgirî ji vergirtina vî di nava hêzên Esmanî ên Îranê de tê kirin.
Ev firokevanê Kurd niha li bajarê Îsfehan a Îranê seba feqirî û belengaziyê bi neçarî mijûlî karê çêkirina tirombêlan e.
ji aliyek din hêzên Îttlatî ên Komara Îslamî a Îranê seba vê yekê ku Celal Eqîde xwe wek wilatiyek Kurd daye nasandin, givaş xistine ser wî û haydar kirine ku gava dixwaze hat û çûna Îlamê bike, dive serdana Îdareya Îttlat a Îsfehanê bike û îznê werbigire.
nûçeya han di çaxekê de tê bilav kirin ku çend rojan berî niha Keçeka Firokevan a Kurd bi navê “Xecîce Seyfî” tenê jibo dabîn kirina pişkek ji hevcehiya xwendina xwe daxwaza alikariyê ji karbidestên Kirmaşanê kiribû,lê ji aliyê wan berpirsyaran bêrêzî bi vê hatibû kirin..





