20 kesayetiyên navdar rizgarkirina Kobanê destek kirin

18:30 - 28 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek lêkolînerên siyasî, sivîl, çandî û çalakvanên mafên mirovan, bi belavkirina nameyekî, serkeftina Kobanê pîroz kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di vê nameyê de 20 çalakvanên siyasî, sivîl, çandî û mafên mirovan, rizgarkirina Kobanê bi hemû kesan bi taybet yên azadîxwez û mirovdost bi mibarekî nirxandin.

hêjayê gotinê ye, nivê ji wan kesayetyiên ku ew peyam weşandibûn, Kurd in.

\"24435.jpg\"
Çend kesayetiyên ku azadiya Kobanê destek kirin
Beşek ji naveroka nameya ku rûnivîseke kamil a wê li pişka farsiya Ajansa Kurdpa de hatiye bi wî awayî ye: 4 meh berxwedan û xweragiriya xelkê kobanê hember mirovkujên DAÎŞ’ê, sembolek xweşik ji azadî û mirovahiyê afirandin, bêguman Kobanê helbesta xweşik a jiyan, aştî û wekhevî di nav gelan de pêkanî.