20 Kedkarên şaredariya bajarê Serdeştê li ser kar hatine derxistin
15:48 - 28 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Şaredariya bajarê Serdeştê ev heyama 6 mehan e ku heqdestê kedkarên xwe nedaye.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, di çend rojên derbazbûyî de, şaredariya bajarê Serdeştê, 20 kes ji kedkarên xwe li ser kar derixstine, û herwiha ev heyama 6 mehan e jî heqdest ji wan re nehatiye dayîn.
Çavkaniyeke haydar ji zarê yek ji kedkarên şaredariya bajarê Serdeştê ragehandiye ku: şaredariya bajarê Serdeştê kar daye peymankaran, û peymankar jî digel 20 kedkarên vê şaredariyê pakanehesab kiriye.
Li gora gotina vê çavkaniyê, 20 kedkar ji aliyê peymankarê vê şardariyê ve hatine derxistin, û ne tenê heyama 6 mehan e deqdest wernegirtine, belku ew bîme jî nekirine.
Her di vê pêwendiyê de, bi sebeba qerdarbûna şaredariya bajarê “Tikabê”, kedkarên vê navenda xizmetkirinê jî ev zêdeyî 3 mehan e ku heqdest wernegirtine.
Piraniya kedkarên şaredariyan bi sebeba nebûna kar, bi pereyeke kêm kar dikin, û serbarê heqdestê kêm, mehane bi awayekî girêbest jî kar dikin.