2 wilatiyên Kurd seva sir û seqemê li çîyayên Kurdistana Turkiyê qerisîn

12:48 - 14 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: wilatyek Kurd ê xelkê bajarê Urmîyê û wilatyek Kurd ê xelkê herêma Şemzînan a Kurdistana Turkiyê li çîyayên vê herêmê seva barîna befir û sir û seqemê canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya gihiştî bi Ajansa Kurdpa:roja Pêncşem berwar 21’ê Befranbar wilatiek Kurd ê bi navê “Mehdî Henefî” kurê “Seyîd” û xelkê gundê “Çiryawa”a ser bi herêma Mirgewer a bajarê Urmîyê, li çîyayên gundê “Şikevtan” a ser bi herêma Şemzînan a Kurdistana Turkiyê li gel yek ji wilatiyên xelkê wî gundî seva sir û seqemê canê xwe ji dest dan.
Çavkaniyek herêmî bi ajansa Kurdpa,ê ragehand : Mehdî Henefî bi hinceta peyda kirina kar jibo Kurdistana Turkiyê çubû, ku roja Şemîyê berwar 23’ê Befranbarê ji aliyê xelkê gundê “Şikevtan”ê hat peyda kirin.

Ji aliyek din roja 20’ê Befranabrê Serbazek hêzên Întizamî ên Îranê bi nave “Mihsên Seferî” û xelkê bajarê “Erak”ê li herêma “Serşiw” a bajarê Seqizê û li nêzîk gundê “Bestam”ê seva sir û seqemê canê xwe ji dest da ku termê wî paşê hate peyda kirin.

Nûçegihaniya “Faris” li zimanê Mehmud Mizeferî berpirsyarê rêxistina Îmdad û bi hawar gihiştnê got ku: di heyamê 4 mehên bihûrî de pitir ji 54 hezar kes di 18 parêzgahên Îranê seva barîna befirê tûşî kêşe û pirsgirêkan bûne ku li vê hejimarê 239 kesan canê xwe ji dest dane.