2 wilatiyên Kurd li bajarê Pawe hatin destbiser kirin

15:15 - 6 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Di dirêjîya girtina wilatiyên Kurd li bajarê Pawê, li heyamê wan du heftîyan du wilatiyên din ê Kurd ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Komara Îslamîya Îrnaê hatin girtin.

Pêka rapora Ajansa nûçeyî a Kurdpa’ê roja sêşmîyê berwar 14ê Sermaweza sala 1391 a rojî, du wilatiyên Kurd bi navê “Seywan Resûlî û Şehrîyar korê Quraban” ji alîyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamîya Îranê hatin girtin.
Çavkanîyek haydar ji boyerê ragehan: li gel lêpirsîn û hevila malbatên wan du kesan, li ser çarenivîsa korên wan, navendên ewlehî û yasayî yên hikûmetê tu zaniyarîyek nedane wan.

\"10049.jpg\"
Pêştir ji li berwar 11ê sermawez ê,hêzên ewlehîyên Komara Îslamîya Îranê 2 wilatîyên Kurd ê xelkê bajarê Pawê bi navên”Layiq Mistefayî temen 31 sal” û “Emer Mistefayî temen 21 sal” di malên wan de destbiser kiribûn.
Li gor amara Navenda Amara Kurdpayê, di 45 rojên bihorî de 32 wilatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê ji alîyê Hêzên Ewlehiye Komara Islamî a Îranê hatine girtin.