2 werzişvanên Kurdistana Rojhilat xelata “Zîw” ya rikeberiyeke cîhanî ji xwe re birin

19:56 - 16 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: “Zana Sicûdî” û “Berzan Elmasî” 2 xortên werzişvan ên Kurd in ku, ku di rikeberiyên cîhanî ya taya “Şotokan” û di beşa Komîteya take kesî de, karîn ku xelata Zîw ya vê rikeberiyê ji xwe re misoger bikin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Îdareya Giştî ya Werziş û Lawan ya Sine ragehand ku, “Yekemî gerra rikeberiya cîhanî ya taya Şotokan bo heyamê 3 rojan li welatê Gurcistanê birêve çû”.

Zana Sicûdî û Berzan Elmasî du xortên werzişvan in ku di warê werzişên “Rezmî” de û di beşa Komîteya Take kesî de bi ser rikeberên xwe de biser ketin û karîn ku xelata Zîw ya vê taya werzişê liser asta cîhanê ji xwe re bibin.