2’ Werzişvanên Ciwanroyî gihîştena leyîzên Aiyayî yên welatê Fîlîpînê

14:50 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Kur û Keçeka werzişvan yên xelkê bajarê Ciwanroyê karîn xwe bigînin lîstikên Asiyayî yên welatê Fîlîpînê.

Duhemîn qonaxa kêberkêyên hilbijartiyên tîma Wşioya Cîwanên Îranê roja Şemiyê berwar 5’ê Tîrmehê jibo diyarî kirina werzişvanên baş û jêhatî bo pişikdarî li lîstkên Asiyayî yên welatê Fîlîpînê de birêve çûn û keç û kurek Kurd yên xelkê bajarê Ciwanroyê karîn serkevtinê bidest bixin.

Mariya Qadirnejad keça werzişvan ya xelkê bajarê Ciwanroyê li kêşa 48’kîlo de bi bidest xistina 2 serkevtinan bi rahêneriya “Sûde Îzetî”karî derbasî lîstikên Asiyayî yên welatê Fîlîpînê bibe.

\"13765.jpg\"
Mêhran Rostemî،werzişvanê xelkê bajarê Ciwanroyê
Li heman demê de “Mêhran Rostemî”werzişvanê xelkê bajarê “Ciwanroyê”li kêşa 52 kîlo de bi 2 serkevtinan bi rahêneriya “Cebar Ebdî” karî xwe bighîne lîstikên Asiyayî li welatê Fîlîpînê.