2 welatiyên Mehabadî, bi danana barimteyê bi awaykê demkî hatinê serbeskirin

12:13 - 5 Kanûna pêşîn 2020

Roja Pêncşemî 13ê Sermawezê 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Silêman Kerîmpor” û “Xalid Mihemedzade eqdem” xelkê gundê “Xorxore” ser bi bajarê Mehabadê her yek ji wan bi danana barimteya 250 milyon tomenî bi awayekê demkî di girtîgeha wî bajarî hatine berdanê.

Ew 2 welatî, roja Duşemî 19ê Xezelwerê piştî 65 rojan binçavkirinê di girtîgeha ewlehiya Sipaha Pasdaran de, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastin.

Ew 2 welatiyên Kurd di heyamê binçavkirina xwe de li girtîgeha ewlehîya Spaha Pasdaran li bajarê Mihabad û Urmiyê jêpirsîn ji wan hatibû kirin.

Sûçê ku bi ser wan 2 welatiyên Kurd de hatiye sepandin “Hevkarî digel yek ji Partên Kurdî yên oposîzyona hikûmeya Îranê” hatiye ragehandin.

Ew 2 welatiyên Mihabadî di heyamê binçavkirina xwe de “ji dest  pêragehîştin bi Parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin.”