2 Welatiyên Kurd li dema mele kirinê, xendiqîn

15:58 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Kurd ê xelkê herêma Enzela Urmiye li sûla “Sûre dûkel”, xendiqî û yekê din xelkê Merîwanê li bendava Garanê li dema mele jiyana xwe ji dest da.

Pêka nûçeyên gihîştî, : Welatiyek Kurd ê xelkê herêma Enzela Urmiye li rêkefta 17’ê pûşperê dema mele kirin li sûla “Sûre Dûkel”, xendiqî.

Heya niha çi zanyariyek ji navê wî welatiyê di dest de niye.
\"5194.jpg\"
Her wisa Nûçegihanê Kurdpa li Merîwanê ragihandiye rêkefta 17’ê pûşperê kesek bi navê Marif Me’rûfî temen 22 salî û kurê Canella xelkê gundê “Nerwê”a bajarê Newsûdê dema melekirin li bendava Garanê li gundê Çinare tûşî sekinîna dil bû û jiyana xwe ji dest da.

Li heyamê çend salên derbasbûyî de li sûla Sûre Dûkel 15 Welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dane ku ji wana 5, tenê îsal hatine xendiqîn.