2 welatiyên Kurd bûne qurbaniyê şêlikiya çekdarên sipaha pasdarn

12:21 - 5 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 2 welatiyên Kurd ji xelkê dor û berê şarê Xoy li parêzgeha Azerbaycana rojava, li rêka nêzîkî gundê “ Çawuş Qulî” ser bi vî şarî, ji aliyê çekdarên sipaha pasdaran dane ber gulleyan û li sedem bi dujwarî birîndar bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, çend roj pêş niha hêzên çekdarên sipaha pasdaran 2 welatiyên Kurd bi navên “ Mîrza Qurbanî û Hejder Qurbanî” kurên Mihemed ji xelkê gundê “ Kevterî” li dewera “ Kotol”a ser bi şarê Xoy, birîndar kirin.

Bi gotina xelkên vir ev 2 welatîiyê Kurd ku birayê hevin, li rewşik de ketine ber şêlikiya hêzên sipaha pasdaran ku hilgirê çi cur tiştan nebûne û li rêka wegerandin ber bi malê de bûne.

Tê gotin ku hêzên sipaha pasdaran tinê bi şika hilgirtina tiştên qaçax şêlikî li van 2 welatiyên Kurd kirine.

Xelkên vir ragihandine ku maşîna “ Nissan”a van 2 welatiya bi hegera birîndar bûna şofêrê vê li sedem vê şêlikiyê, tûşî wergerandin bûye û ziyanik zor pê ketiye.

Her wisa çend roj pêş niha welatiyik ji xelkê Selmasê bi navê “ Semed Cehangîrî” 35 salî bi tinê bi şika hilgirtina tiştên qaçax , ji aliyê hêzên sipaha pasdaran hatibû kuştin.

Gorekî statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, li midê 40 rojên borî de 9 welatiyên Kurd li ser rêkan de ji aliyê Hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê bi tinê bi şika hilgirtina tiştên qaçax, dane ber gulleyan û li sedem 5 ji wan hatin kuştin û 4 kesên din jî bi dujwarî hatin birîndar kirin.

Ew statîstîka hejmariye û bi piştrast bûn bi statîstîkên ajansa Kurdpa tên parvekirin, bi balkêşandin bi rewşa ewlehiya herêmên Kurd rûniştiyên Îran( herêmên Kurdistanî) û her wisa nebûna ragihandinên azad, dibe ku jimara serast ji vê hindê ji zêdetir be.