2 welatiyên Kurd bi danîna Barmitê hatin berdan

22:12 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: 2 welatiyên Kurd ji xelkêşarên Bokan û Mihabad, paşî 10 roj girtin ji aliyê ajanên wizareta ewlehiyê de, bi danîna barmitê hatin berdan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; hosêyn Şeibanî, welatiyê Kurd ji xelkêşarê Bokan, ku roja 3ê Pûşper de ji aliyê hêzên ewlehiyê de li mala xwede hatibû girtin, 3 roj pêş niha de bi forma demî, ji girtîgehê hate berdan.

Raporterê Kurdpa li şarê bokan ragihand: hêzên ewlehiyê, ev welatiyê Kurd bi tometa şandina nûçe û zanînan bo ragihandinên derî welat û her wisa hebûna Ala Kurdistan, li mala xwede hatibû girtin.

Hosêyn Şeibanî, roja Pêncşem, 12ê Pûşper, 3 July 2014 de, heya dema dadgehî kirinê, bi danîna barmitê ji girtîgehê hat berdan.

\"20942.jpg\"
Seywan Hoseyn pûr, wênegir û karîkatorîstê Kurd, li asta naw-netewî de, pişkdariya çend foarên wêne girîû karîkatorî de kiriye
Ji aliyik din de, her li roja Pêncşema heftiya borî de, Seywan Hosêyn pûr, paşî 10 roj ji girtina vî ji aliyê ajanên wizareta ewlehiyê de, bi danîna barmite hate berdan.

Seywan Hosêyn pûr ku mamostê dersa honer(Art)a xwendingehên şarê Mihabade jî, li 2ê Pûşper de li nawa mala xwede , hatibû girtin, ku li incam se paşî 10 roj ragirtin li ewlehiya şarê Bokan ê de, bi danîna barmita 70,000,000 tûmenî hate berdan.

Hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê li dema girtina vî karîkatorîst û wêne girê Kurd de, dest danîn ser kamputer û hindik ji tiştên vî yên kesîn.