2 lawên Kurd bi deste hêzên intizamiya hukûmeta Îranê hatin kuştin

18:37 - 2 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa:2 lawên Kurd ji xelkê şarên Seqiz û Şa Abad, ji aliyê hêzên intizamiya hukûmeta islmiya Îran ketine ber şêlikiyê û canê xwe ji dest dane.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Kawe Mostefayî, 24 salî ji xelkê şarê Seqiz, yekik jiwan lawên hatinî kuştiye ku bi gotina kesên li wir, Kawe bêyî hiundê ku çi tawanik hebe canê vî jê sitandine.

Kawe Mostefayî, rûniştiyê taxa Kerîm Avaya şarê Seqizê bû û bi gotina kesên wir, navbirî tev hêzên intizamî tûşî şerê devkî bûye ku yekik ji wan hêzan daye ber gulleyan û cîde canê vî jê sitandiye.

Bi gotina serekaniyik agadar, Kawe Mostefayî ku welatiyik sivîl bûye, beyî kindê ku çi karik dijwan bike, ji aliyê hêza intizamî dane gulle.

Her li vê barê de û li doma prosa kuştina Lawên Kurd de, lawik ji Şa Abad aparêzgeha Kirmanşan, bi navê Pûrya Esedî, 30 salî li nawa şar de dane ber gulle û canê vî jê sitandine.

Tê gotin, Pûrya Esedîbi destê derece darik ser bi dezgeha zanyariyê bi navê Reşîdî hatiye kuştin, serewey şikayeta malbata Pûrya ser wî derece darî, navbirî heya niha negirtine.

Hêzên intizamiya hukûmeta islamiya iranê Ragihandiye, Pûrya Esedî xwestiye li dewstê ajanên hêzên intizamî bireve, lê bi gotina serekaniyik agadar, ev Lawê Kurd ber derê dezgeha zanyarî(agahî)a şarê Şa Abad û li rewşik de hatiye kuştin ku destê vî Li Kelebçe(Qeyd Kirî) bûne.