2 Kolberên Kurd li herêma Ormî bi hewsê mehkûm kirin

12:19 - 2 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 2 kolberên Kurd paşî hindê ku bi şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatibûn birîndar kirin, sizaya nextî û hews kirina wan jî jêre birîn.

Gorekî raporta raportêrê ajansa Kurdpa li Ormî, Şehab Erebî, kurê Letîf ji xelkê gundê “ Enbî”a dewera Tirgewera Ormiyê bi tawana Kolberî kirnê li ser sînoran bi 6 heyvan Hews hate mehkûm kirin.

Ev Kolberê Kurd xêncî girtinê, hukmê 5,000,000 tûmen sizaya nextî jî jêre birîne.

Ji aliyik din de Kolberik din ji xelkê vî gundî bi navê Kerîm Erebî ku mideyik pêş niha bi şêlikiya hêzên milîtarî hatibû birîndar kirinê, pê ragihandibûn , gere bi amanca borandina hukmê hewsa xwe bi senterên girêdayî binasîne.

Nûçe gihaniya Kurdpa ji zimanê çend rûniştiyên dewera Tirgewer ragihandiye, hêzên hukûmeta islamiya Îranê bi dom bandor xistine ser Kolberan û zor car hêrişî ser dikin.

Van Kolberan jî gotine: hêzên milîtariyên hukûmeta Îranê bi bê şermî şêlikiya kesên bê parês(bê difai) dikin û wan dikujin.

Gorekî yasayên bi kar birina çek ji aliyê hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îranê, hêzên milîtarî li rewşik de dikarin çek bi kar bigrin ku çi rêkik xeyrî çek çinebe û li dema bi kar girtinê jî gere heya 3 caran banga agadarî bi tawankar bidin.