2 Kolberên Kurd li derdora Urmiye bi teqeya Hêzên Ewlehî hatin birîndarbûn

16:32 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: du Kolberên Kurd li Herêma Mirgewera Urmiye bi teqeya rasterasta Hêzên ewlehî jiyana xwe ji birîndar bûn.

Pêka rapora Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, di encema teqeya Hêzên Ewlehî li rojên derbasbûyî de li Herêma Mirgewera Urmiye, 2 welatî bi navên: Sidîq kurdê Mihemed Selîm û xelkê gundê Nêrgî û Behram kurê Ismaîl û xelkê gundê Rezge birîndar ketin.

Nûçegihanê Kurdpa her wisa dide zanîn ku di demekê de teqe ji wan Kolberan hatiye kirin ku berîtir ji wan re hatibû gotin ku teqe li we nayê kirin.

Ji alî din ve li roja 19’ê pûşperê, 2 nogihayên kurd bi navên “Ce’fer Elem Holî” û “Emîn Elem Holî” li herêma “Awacix”a girêdayî bajarê Çaldêranê ji aliyê Hêzên Ewlehî ve teqe ji wan het kirin û yek ji wan hat kuştin.