2 Kedkarên bajarê Pawê li Silêmaniyê Hatin kuştin

13:58 - 27 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Roja Şemî 23’ê Şibata 2013’an li encama teqeya welatiyek bajarê Silêmaniyê ê bi nave “Xalid Xulesûr”, 2 Kedkarên xelkê bajarê Pawê kuştî û birîndar bûn.

Çavkaniyekê li bajarê Silêmaniyê jibilî piştrastkirina nûçeyê ragehand: Kedkarekî Kurd ê bi nave” Şaho” temen 25 salî û kurê Celal û xelkê bajarê Pawê ku li Silêmaniyê Kar dikir, ji aliyê çend kesên nenaskirî hat kuştin.

Her wiha çavkaniyê da xuyakirin ku Kedkarekî din ê binavê” Muhsên” kurê Mihemed seva pêkevtina guleyan bi xurtî hat birîndar kirin û jbo nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê hat şandin û niha di nexweşxaneya bajêr de di bin çavedêriyê deye. Di boyerê de wilatiyek xelkê bajarê Silêmaniyê jî bi xurtî birîndar bû û piştî şandin jibo nexweşxaneyê cane xwe ji dest da.