2 jinên karbidest yên Kurd, tûşî hukmê dûr xistin û ji kar derxistinê bûne

20:49 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: li doma bandor xistina senterên hukûmîûêminiyê ser welatiyên Kurd û xebatkarên Olî, 2 karbidestên jin, tûşî dûr xistin û ji kar derxistinê bûne.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li rojên borî de, Esma Çeşmê Kebûdî, ku mamosteyê dersa Matmatik(Riyazî- Bîrkarî) li xwendingeha keçan ya şarê Kamiyaran bû, paşî 15 sal ders dan, bo midê 3 salan bi parêzgeha Yezd, hate dûrxistin.

Ev mamostaya ku endamê Mekteb Qurane, 2 sal pêş nihande bo xwendekarî li asta doktoraya matmatîk li zanîngeha Kurdistan de hate wergirtin, paşîçend heyvan li dom kirina xwendekariyê, ji zanûngehê hate derxistin.

Ev mamostaya, paşî hindê ku derkirina xwe ji zanîngehê protesto kir, ne tenê negerandine ser xwendekariyê, belku, şaxa 1a pêregihîştin bi serbadanên dezgehî yên karbidestên wizareta perwerde hinkarî, biryara dûrxistinê jêre derxitibûn.

Esma Çêşmê Kebûdî, tometa handana xwedewanan û mamosteyan bo du alîtî xistin û weşandina belavokên gurûpên ne-yasayî, endametîû xebat li Mekteb Quran, dijatî tev rojên taybetên Olîû anîn pêya asteng bo programên perwerde yên xwendingeha Fatimê Zehra, lêdan.

Her wisa Esra Goîlî, keça Mohemmed Rehîm, ku ji personela nexweşxana Teimîn Ictimaî li şarê Sinê bû, bi biryara lejna sentera gozînêşa dewera 2a Hemedan, li ser kar derxistin.

Ev jine Ners(Perestar)a Kurd ji xelkê Kamiyaran, midê 3salan bu ku li nexweşxana Teimîn Ictimaiya Kamiyran de perestar bû, ku bi hegera endametî li Mekteb Quran de, tûşî derxistin ji kar bûye.

Malpera Mekteb Quran li vê barê de weşandiye; ev welatiya, tenê bi hegera cidatiya nijadîû Olîû her wisa hogiriya bi şinasa çandîû Olîiyan de, ji aliyê senterên hukûmî de, tûşî ji kar derxistin û girtinê dibin.

Li medeyik pêş niha de, çend endsamên Mekteb Quran, bi hegera xebatên xwe, ji aliyê senterên êminîû ewlehiyên hukûmeta islamiya Îranê de, hatibûn bang kirin û tûşî jêpirsînan bibûn.

Ji aliyik din de, rewşa tendurustiya 4 girtiyên Olî yên Kurd li girtîgeha Qizil Hisar, ku midê 34 rojan girêva birsî bûnê girtibûn, roj bi roj, xirabtir dibin û ev jî nigeraniya malbatê wan girtiyan lêketiye.

Serekaniyik ji girtîgeha Qizil Hisar, bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; Cehangîr Dêhqanîû Hamid Ehmedî, tansiyona xwîna wan hatiye ser 6 derecan û Cemşîd Dêhqanîû Kemal Melayî, tansiyona wan bûye 8 derece û her yek ji van, giraniya bedena wannawbera 10-15 Kg kêm bûye.

Wê serekaniyê ew jî got: bi wê hindê ku ev 4 kes heya niha, li sedem girêva bisî bûnê, bi caran bêhiş bûne û hevdem tûşîêşa gurçikan, pişt û tûşî xwîrêjiyê jî bûne, lê berpirsên wîr, çi bersivîk bi xwesta wan 4 kesan, ser zivirandin bi girtîgeha RecayîŞara Kerc, nedane.