2 jin û mêrik li Seqiz de, xwe kuştin

22:01 - 2 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: bi hegera pirsgirêkên jiyana civakîû malbatî, li şarê Seqiz,li 3 qewimiyên cida-cida ya 3 welatiyên Kurd, kutayî bi jîna xwe anîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Duşem, 10ê Xermanan, 1 September 2014, jinik 26 salî li şarê Seqiz de, xwe darda kir û li incam de û sedema can ji dest dana wê.

Raportêrê Kurdpa li şarê Seqiz ragihand: ew jin, navê wê Perestû Reşîdî bûye ku 6 heyv bû zevicî bû.

Tê gotin ku, ev jina 26 salî bi hegera pirsgirêkên jiyana civakîû tûş bûna mêrê vê bi narkozan, xwe kuştiye.

Her wisa li roja Pêncşema 6ê Xermanan de, jinik 35 salî ji xelkê gundê Boxelû li dewera Seqiz, li sedema pirsgirêkên tev mêrê xwe û civakî, kutayî bi jîna xwe anî.

Ew jina 35 salî, navê wê Ferîdê Hosêynpûre û dayka 2 zarokan bûye ku, li roja Pêncşema Heftiya borî de, bi rewşa xwe-darda kirinê hewla xwekujiyê daye ku li roja Yekşema vê heftiyê de, paşî 4 roj man li nexweşxana Seqiz de, canê xwe ji dest daye.

Her wisa li roja Yekşema heftiya borî de, mêrik ji xelkêşarê Seqiz, bi navê Ebbas Hêydarî, binav kirî bi Ebbase keçel, kutayî bi jîna xwe anî.

Bi gotina serekaniyik agadar, ev welatiyê Kurd ji xelkêşarê Seqiz, yekik ji kinc dirûyên (Terzî-xeyyat) binav li şarê Seqiz bûye ku, bi hegera pirsgirêkên aborîû civakî, hewla xwekujiyê daye.

Tê gotin, Ebbas Heydarî, li naw zewiyên dorûbera Kanî Niyaz, li nêzîşarê Seqiz, xwe darda kiriye û li sedem de canê xwe ji dest daye.

Bi pişt rast bûn bi statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka îsal de heya niha, bi tenê li şarê Seqiz de, 5 jin û 4 mêr, kutayî bi jîna xwe anîne.

Ev hejmara bi pişt rast kirin bi statîstîkên gihîştî bi sentera statîstîkên ajansa kurdpa tên weşîn , ber hindê eger lêkolînik berpan ser hejmara xwekujiyan li vîşarî de bê kirin , renge hejmar ji vê hindê jî zêdetir be.

Bisporên civakî awir didin ku zêde bûna hejmara xwekujiyê li welatêÎranêû bi taybet li herêmên Kurdistanî, raste rast, girêdayî bi darêtina şaşa senterên hukûmîû li incam de sedema serhildana pirsgirêk û peydabûya civakî.