2 girtiyên siyasiye kurd li Girtîgeha “Goherdeşt”ê gireva birçîbûnê girtin

21:15 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: Du girtiyên siyasiye kurd di pêxema nerazîtÎ tevî yasaya bi darvekirin û ser wisa salvegera terora Dr.Ebdurehman Qasimlû, gireva birçîbûnê girtin.

Li gor rapora “Çalakên mafên mirov û demokrasî li Îranê” Riza Şerîfî Bokanî tevî girtiyek din yê kurd, ragihandine ku bi mebesta rêzgirtin ji salvegera şoreşa xwendekarî û terora Dr.Qasimlû, Sekreterê berê yê Partiya demokrata Kurdistan Îranê li Otrîşê, gireva birçîbûnê girtin.

Wan du girtiyan her wisa hokarek din jî, bo wê girevê ragihandine ku ev jî nerazîtî tevî yasaya bi darvekirin li Îranê ye.

Ev girtî di benda 4’a girtîgeha Goherdeşta Kerecê ne û 2 hevyan berî niha ku Riza Şerîfî Bokanî li girtîgehê ve bi awayekê nepenî tevî Televizyona “Dengê Amerîka”ê têkilî kir ku rapora xwe bi destê Ehmed Şehîd rabigehîne, givaş bi ser girtiyên siyasiye wê girtîgehê bi xasmanî bi ser Riza de, zaftir bûne.

Riza Şerîfî Bokanî, sercem bi 3 sal û nîv girtîgehê hat mehkûm kirin.