2 girtiyên Kurd li Urmiyê û Îsfehanê hatin darvekirin

14:19 - 22 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hukmê bi dar ve kirina 2 zindaniyên Kurd li bajarên Îsfehan û Urmiyeya Îranê, ji aliyê dezgeha qezayî a wî welatê ve hat cî bî cî kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, doh çerşemî bervar 21’çileya paşîn (january) a 2015’an, welatiyê Kurd ê binavê Nûredîn Seîdî temen 35 salî, hat daliqandin.

Navborî xelkê gundê Balov ê ser bi bajarê Urmiyê bû ku bi tometa bazerganî kirin bi madeyên hişber hatibû girtin.

Ji aliyekî din ve hevdem ligel vê bûyerê welatiyekî din ê Kurd bi navê Sulêman Ehmednijad kurê Hûsên xelkê bajarê Bokan li rojhilatê kurdistanê, di zindana navendî a Îsfehanê, hat darvekirin.

Ew welatiyê Kurd ku bi tometa bazerganî kirin bi madeyên hişber hatibû mehkûm kirin doh hukmê wî li Îsfehana Îranê birê ve çû.

Li gorî yasaya cezadana hikûmeta Îslamiya Îranê, berhemanîn, qaçax yan veguheztina 5 kîlogram teryak, zêdetir ji 30 giram eroîn, morfîn, şîşe yan hermadeyek din a hişber, hukê îdam kirinê jê re hatiye pejirandin.