2 girtiyên Kurd, li Ormî, bi sêdarêdan

13:08 - 18 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: hukmê bi sêdaredana 2 kesên din ji welatiyên Kurd ku li girtîgeha Ormiyê de hewsîbûn, ji aliyê berpirsên vê girtîgehê de hate cîbicî kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, 2 girtiyên Kurd, bi navên Hemîd Qenberîû Filît Yûsif Qesrîk, li girtîgeha sêntrala Ormî, bi sêdarêdan.

Ev 2 girtiyê Kurd, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê de, bi bazirganî kirina narkozan, hatibûne tometbar kirin.

\"22141.jpg\"
Tê gotin: hukmê bi sêdaredeana van 2 kesan, paşî hindê ku ji dadgeha bilinda welat de hatibû erênî kirinê, sibêzûya roja Çarşem, 26 Xermanan, 17 September 2014, li girtîgeha Ormî de hate cîbicî kirin.

Ev 2 kesan ji xelkê gundên dewra Ormiyêne.

Çend roj pêş niha de jî, girtiyik din yê Kurd, bi navê Elî, kurê Hemîd, ji xelkê gundêŞêx Zerd ji dewera Mirgewera Ormî, li girtîgeha vîşarî de bi sêdarê dabûn.

Her wisa bi gotina serekaniyik agadar, girtiyik din yê Kurd bi navê Sêvdîn Mohemmedî, pêdiçe ku li roja Çarşem de bi sêdarê dabin, lê ajansa Kurdpa vê nûçê, pişrast nake.

Senterên mafê mirov û ehmed Şehîd, raportêrê taybet yê rêxirava UN bo karobarê mafê mirov li Îran, bi dom rexne ji zêdetir bûna hejmara bi sêdaredana welatiyan li Îranê girtine.

Gorekî statîstîkên niv-fermî, %70a wan kesên ku li welatêÎranê de rûberûyî hukmê bi sêdaredanê bûne, ser pirsgirêka narkotîk bûye ku ev hukum bo wan birîne.