2 girtiyên Kurd li çavpêkevtinê hatine bêparin

14:08 - 20 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 2 gitiyên Kurd ê xelkê bajarê Mihabadê, piştî piştrast bûna hukmê darvekirina wan, li dadgeha pêdaçûnê,ji çavpêkevtin tewî malbatên xwe hatine bêpar kirin.


Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa nûçegihanî a Kurdpa:2 hepsiyên siyasî ên Kurd bi navên Elî û Hebîb Efşarî piştî piştrast bûna hukmê darvekirina van, pitir ji 2 mehane ku li çavpêkevtina tewî malbatên xwe hatine bêpar kirin û çi zanîyariyek li ser çarenivîs û rewşa wan li ber dest de niye û ev yek bûye sebebê dilgiranî û perişaniya malbata wan.

Ji aliyek din rewşa saxlemî a Elî Efşarî xirabe û ew girtiyê siyasî li çaxê destbiser kirinê de ji aliyê hêzên dewleta Îranê teqe jê hatibû kirin û bi xurtî hatibû birindar kirin.

Her wiha “Kempêyna Berevanî ji Girtiyên Siyasî” ragehand, rewşa saxlemî a Elî Efşarî seba çilka birîna wî gelek xirabe û karbidestên girtîgehê li vegohastina wî jibo nexweşxaneyê xwe derbas dikin. Ew 2 hepsiyên siyasî ên Kurd birayê yekin û heyamek berî niha ji aliyê serdozgeriya bajarê Mihabadê bi sûçê “Şer tewî Xwedê” û piropagende jibo parteke kurdî bi darvekirinê hatin mehkûm kirin ku paşê ji aliyê çiqa 33’ê a dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmîyê hat pişt rast kirin.

Ji aliyek din 2 endamên malbata wan bi navên “Cefer û Welî Efşarî” her yek bi 5 salan girtîgehê hatin mehkûm kirin û niha li zîndana bajarê Urmîyê hukmê xwe derbas dikin.