2 Girtîyên Kurd, Çarenivîsek ne rohn hene

19:33 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Piştî ku 2 heyvan du Gencên Kurd ji aliyê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê va hatine binçavkirin, çarenivîsa wan ne rohn e.

Pêka nûçeyê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, li 2 heyvan beriya niha ve du Genc bi Navên Bêhrûz Ebdalî û Eyûb Muslim, Xelkên bajarê Seqizê, ji aliyê Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê va hatine binçavkirin.

Malabat wan seva zanîna çarenivîsa wan sedana Navendên Ewlehî kirine lê ti bersivek ji aliyê Berpirsan ve bi wan nehatiye dayîn.

Li gor Amara Navenda Amara Kurdpa, 63 welatiyên Kurd li Herêmên Cor bi Core Kurdistanê ji aliyê Hêzên Ewlehî ên Komara Isamî ve bi sedema Çalakiyên Çandî – Wêjeyî – Siyasî û Civakî hatine binçavkirin.

Ev amara han ji aliyê Navenda Amara Kurdpa ve derketiye holê û renge amara rastîn li viya zaftir be.