2 girtiyê siyasiyê Ereb ji Ehwaz bi sêdarê dan

18:56 - 14 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: xebatkarên mafê mirov li Ehwaz, sêdaredana weşartiya 2 girtiyê siyasiyê Ereb ragihandin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; ajanên wizareta ewlehiyê,roja Pêncşema borî de bi malbata ElîÇibîşat, kurê Hebîb û Seyîd Xalid(Yasîn) Mûsewî, kurê Seyîd Seidûn ragihandine ku ev 2 kes bi sêdarê dane.

Ev 2 girtiyê Ereb, 49 û 36 salî ku ji xelkêşarêŞûş(Sûs) bûne, roja 20 heyva Abana sala 1391 de hatibûne girtin.

Ji 3 heyvên borî de, serniwîsa van 2 welatiyên Ereb li neronîû bê xeberiyê de bûye û roja 22 heyva borî de hêzên ewlehiyê cê bi xak sipardina ElîÇibîşat û Seyîd Xalid Mûsewîşanî dane.

\"20508.jpg\"
Seyid Xalid(Yasîn) û ElîÇibîşat, bi dizîve hatine bi sêdaredanê
Gorekî raporta xeatkarên Mafê mirovê Ereb; ev 2 girtî , tev Selman Çayanî, bi teqandina boriya gaza sirûştiya Çixa Zenbîl li nêzî gundê Keib Xelef Moslim, ji dewera Şûş, hatibûn tawanbar kirin.

Ev 3 girttî, 7 heyvan li oda teke kesî de mabûn û paşî bi benda giştiya girtîgeha Qenîtrê(Dizfûl), hatibûn raguhastin û li heyva Şehrîwera sala 1392 de li şaxa 4a dadgeha inqilaba Ehwaz de bi tometa Miharêbê( şer dij bi Xwedê) û xebat dij bi êminiya netewî,hatin dadgehî kirin.

ElîÇibşat û Xalid Mûsewî, bi sêdaredanê hatin mehkûm kirin û Selman Çayanî, 25 sal hews û dûr xistin bi şarê Yezd, hate mehkûm kirinê ku navbirî niha li girtîgeha Qenitrê(Dizfûl) de maye.

Her wisa bizava netewî demokratîka Erebê El Ehwaz ragihand: dezgeha ewlehoyê bi malbatên van kesên bi sêdarê dayî ragihandiye ku xwe ji bi rêbirina rêresma taziyê biparêzin û hereşe ji bi rêbirina wê rêresmê kirine.

Bi sêdaredana van 2 girtiyên siyasiyê Ereb li demik deye ku li midêçend heyvên borî de, rêxiravên naw-netewî yên parêzerê mafê mirov, bi weşandina belavok û daxwaz ji berpirsên hukûmeta islamiya Îranê, xwestin ku hukmê bi sêdaredana ElîÇibîşat û Seyîd Yasîn Mûsewî ragirin û pûç kin.

Gorekî serekaniyên li Ehwaz, ji despêka dewleta Rohanî heya niha, 8 girtiyên Ereb ji Ehwaz ku mehkûm bi sêdarê bibûn, bêyî agadariya malbat. advokat-parêzerên wan, bi nihênî, bi sêdarê dane û ew li rewşik deye ku berpirsên dadweriyê, heya paşî cîbicî kirina hukman, dema bi sêdaredan û cê bi xak sipardina wan jî bi malbatên wan ranegihandine.