2 GENCÊN SEQIZÊ BI KUŞTINA ZANAYÊN ETOMÎ HATINE TAWANBARKIRIN

16:13 - 6 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: pêka rapora Tv’a fermiya Îranê, 2 Gnecên Seqizê Îtiraf bi Terora Zanayên Etomiye Îranê kirine.

Şeva Yekşembê hlkefta 18’ê Gelawêjê, Kanal Yeka Îranê Dîkometnek belavkir ku têde hin Gencên Kurd û Fars hatine tawanbarkirin ku dest di Terora Zanayên Etomî de hebûne û tewlî Israîlê hevkarî kirine.

Pêka hema Dîkomentê Bêhzad Ebdulî û Eyûb Muslim, Xelkên Seqizê hatine tawanbarkirin bi havkarî tevî Israîlê.

Pêka wê Dîkomentê, Bêhzad dibêje li Herêma Kurdistanê û Israîlê hatiye Perwerdekirin jo bo Terorên han.

Carna Îran Nûçeyê Binçavkirina hij kesan bi tawana Sîxurî bo Israîl û Amerîkayê belav dike.

Hilkefta 23’ê Banemrê jî 13 kes bi Tawana hevkariya Israîlê radestî Dadgehê hatine kirin û Ceza bi ser wan de hat sepandin.