2 çalakvanên medenî li bajarê Sineyê hatine binçavkirin

18:36 - 24 Nîsan 2021

Roja Çarşemî 4`ê Banemerê, 2 çalakvanên medenî yên bi navên “Merziye Xulamweysî û Sîrwan Ebdullahî” ên xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehî yên wî bajarî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew 2 welatiyên Kurd ku kur û dayîk in, li mala wan de binçav kirine.

Ew 2 çalakvanên medenî li warên jinan û jîngehî de çalakiyê dikin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tometa ku bi ser wan de hatiye sepandin, ti zaniyariyek ji ber dest nîne.