2’ Birayên Kurd li Îlamê dinava avê de xendiqîn

17:12 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: 2’ Birayên xelkê bajarê “Dere Şehir”ya ser bi parêzgeha Îlamê dinava avê de xendiqîn.

Roja Sêşemiyê berwar 16’ê Tîrmehê 2 birayên temen 10 û 13 sal yên xelkê gundê “Qela Tasme”ya ser bi bajarê “Dere Şehir,li çemê “Seymere”ya ser bi bajarê Îlamê seva kevtin dinava ava çem de canê xwe ji dest da.

Heta dema bilav bûna wê nûçeyê, seva kêmiya îmkanên lêgerînê termê wan 2 birayan nehatiye peyda kirin.

Çemê Seymere bi mezintirîn çemê Parêzgeha Îlamê tê zanîn û salane rêjeyekî berçav ji welatiyên vê parêzgehê seva kêmtirxemî û nebûna hêmayên haydar kirinê dinava ava çem de cane xwe ji dest diden.

Her wiha li gor amarek fermî ku li sala 1386’a rojî heya 1390’ê hatiye bilav kirin 75 welatiyên Îlamî dinava ava çem û rûbaran de canê xwe li dest dane.