2 bira ji xelkê Mihabad bi hewsa teizîrî hatin mehkûm kirinê

18:58 - 23 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 2 bira ji xelkê şarê Mihabad, ji aliyê dadgeha inqilaba vî şarî bi hewsa teizîrî mehkûm kirin.

Gorekî raporta ajansa Nûçe gihaniya Kurdpa, dedgeha inqilaba şarê Mihabad, artîstik ji xelkê vî şarî bi navê “ Farûq Samanî” bi 5 sal hwesa teizîrî mehkûm kir.

Hevdem, birayê Farûq bi navê “ Ferzad Samanî” bi 9 heyv hews hat siza danê.

\"16260.jpg\"
Farûq Samanî
Dadgeha inqilaba şarê Mehabad, tawana wan 2 bira, propaganda kirin dijî rêjîm û her wisa alîkarî kirin tev yekik ji partên Kurdan, ragihandine.

Bi gotina serekaniyik agadar, Farûq Samanî ku li despêka heyva reşema sala 1391 li doma prosa girtina xebatkarên jornal û çandî de hate girtin, li salên pêşde jî bi caran hat girtin û îşkence danê.

Ew serekanî ragihand jî: ev artîstê Kurd midê çend heyvan li oda teke kesî yên girtîgehên ewlehiya Ormî û Mihabad, hatiye ragirtinê û dadgeha Mihabad bi fermî ew hukma bi advokatê parêzerê vî “ Ejder Pencê Azer” ragihandiye.

Farûq Samanî yekik ji wan artîstên Kurde ku li barê hunera nigar kêşan û enîmêyşin(animation ) deye û heya niha çendîn berhemên bijarteyên enîmêyşinî afirandine.