15 rêxistinên sivîl ên rojliratê Kurdistanê biryara cî bi cî kirina hukmê darvekirina Zaniyar û Loqman Muradî şermezar kirin

15:10 - 12 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji  rêxistinên civakî û sivîl li Îranê nerazîbûna xwe li hember  darvekirina 2 ciwanên kurd  nîşan dan .

15 rêxistinên sivîl  ên rojliratê Kurdistanê  di gel biryara cî bi cî kirina hukmê darvekirina  herdu ciwanên kurd  ên bi navên Zaniyar û Loqman Muradî  ya ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve   daxuyaniyên cûda derxistin û ew biryar şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji  hemû welatiyên   Îranî, navendên navneteweyî û  rêxistinên mafê mirovan kirine ku dijayetiya xwe li hember  darvekirina Zanyar û Loqman  Muradî nîşan bidin. Herwisa ji hikûmeta Îranê jî xwestine  êdî dawî li bêrêzî û darvekirina girtiyên siyasî bîne.

1- Yeketiya Xwendekarên Dêmukrat a Kurdistana Îranê
2-Komelaya xwendekar;n Rojhilat
3-Rêxistina Xwendekarên Pêşrev a Komeleya zehmetkêşên Kurdistana
4-Yekeyeti a Neteweyî a Xwendekarên Kurd
5-Komîteya Xwendekarên Yeketîa Dêmukratikî Kurdistan
6-Komeleya Lawên Rojhilat
7- Yeketiya Ciwanên Dêmukrat a Kurdistana Îranê
8-Rêxistina Ciwanên Pêşrev
9-Yekeytî a Ciwanên Dêmukrat a Kurdistana Rojhilat
10- Yekeytî a Jinên Dêmukrat a Kurdistan
11-Komiteya Jinên Yeketiya Dêmukrat a Kurdistan
12- Yekeytî a Jinên Dêmukrat a Kurdistana Îranê
13-Komeleya Jinên Rojhilat
14-Rêxistina Asoya Jina Kurd
15-Komiteya Jinên Yeketiya Dêmukrat a Kurdistan