14 Ser Hespên Barhilgir Ên Kasibkaran Bi Destê Hêzên Çekdar Ên Îranê Hatin Kuştin

12:45 - 24 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Bi sedema destrêjiya rasterast ya hêzên întîzamîn ên hikûmeta Îranê bo ser komek ji kasibkarên sersînor ên Serdeştê, kasibkarek hat birîndarkirin û 14 ser hespên bar hilgir hatin kuştin.

Li gor ew nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpa, êvariya roja sêşem 22.11.2011-an li Serdeşt û li encama êrîşa hêzên întizamî ên Îranê bo ser komek ji kasibkarên sersînor, welatiyekî xelkê gundê Qelereşe bi navê Nasir Resûlî bi sedema destrêjiya çekdarî ên hêzên Îranê bi tundî birîndar bû û bo nexweşxanê hat veguhastin.

Her di vê erîşê de 14 ser hespên barhilgir ên kasibkaran ketne ber destrêjiya guleyên hêzên çekdar û hatin kuştin.

Welatî û akinciyên bajar û gundên sersînor ên Kurdistanê bo dabînkirina bijêva jiyana xwe rû dikin bo karê pir metirsîdar li ser sînorê. Mixabin salane jimareyek zêde ji wan dikevin ber êrîşa guleyên hêzên Îranê û canê xwe ji dest didin.