12 ciwanên Kurd ên rojhilatê Kurdstanê tevlî DAÎŞ’ê bûn

20:06 - 31 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di heyamên borî de, bi sedema çalakiya girûpên radîkalên Îslamî ên alkarên DAÎŞ’ê li rojhilatê Kurdistanê, 11 ciwanan li Mehabad û Siqizê xwe bi çekdarên wê rêxistinê dan naskirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hefteya borî welatiyekê Kurd ê Mehabadî bi navê Eyûb Şerîfî tevlî rêxistina DAÎŞ’ê bû.

Derbareya gihîştina civanên Kurd bi çekdarên DAÎŞ, rûpela “Facbookî” a DAÎŞ’ê ragihndibû ku di çend rojên borî de 11 kesên Kurd xwe bi wê rêxistina dane nasandin.

Hêjayê Gotnê ye ku beriya niha bi midetekê çend ciwanên Kurd tevlî DAÎŞ’ê bûn û çend kes ji wan jî li nav DAÎŞ hatin kuştin ku nameya wan ji aliyê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ve “M.N”(16),“Ş .N”20, “R.S”û Rehîm Bayezî (21) salî, hat eşkere kirin.

Nûçeya gihiştina ciwanê Kurd bi nav rêxistina DAÎŞ’ê li Mehabadê, ji aliyê peyamnêrê Kurdpa ve hat piştrast kirin.

Hewlên rêxistina DAÎŞ li welatên derdorê û nemaze Îranê bo kişandi ciwanan bi nav wê rêxistinê berdewam in û pêwîste pêşî ji wî karî bê girtin.

Gorî raportên berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, piraniya kesên ku xwe digihînin girûpa çekdar a DAÎŞ’ê, rûniştiyên bajarên Mehabad, Seqiz, Ciwanro, Bokan û Merîwana rojhilatê Kurdstanê ne.