10`ê Îlonê 183 haletên xwekujiyê li Kurdistanê (2021-2022)
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê bi hilkefta 10`ê Îlonê, roja cîhanî ya pêşîgirtin ji xwekujiyê, raportek amarî ji haletên xwekujiyê ji 10`ê Îlona sala 2021`an heta 10`ê Îlona sala 2022`an li Kurdistana Îranê belav kiriye.
Ev rapora tenê îşare bi wan haletan dike ku di vê heyamê de ji aliyê çavkaniyên nefermî ve hatine medyayîkirin û amarên rastî gelek zêdetir ji amarên tomarkirî ne. Çimkî li gorî vê amarê xwekujî li parêzgeha Urmiyê û piştre parêzgeha Sinê di rêza herî serê de ne, lê heqîqet ev yeke ku li tev Îranê, parêzgeha Kirmaşanê û bi taybetî parêzgeha Îlamê di rêza herî serê ya diyardeya xwekujiya ya parêzgehan de ne.
Di vê heyamê de bi liser hev 183 haletên xwekujyê di Kurdistana Îranê de qewimî ne.
Xwekujiya jinan: 77 halet (72 haletên serkevtî û 5 haletên sernekevtî)
Xwekujiya mêran: 105 halet (101 haletên serkevtî û 4 haletên sernekevtî)
45 halet ji wan kesan temenê wan di bin 18 saliyê de bûye.
Herwisa di meha Rêbendana sala 1400`an a Rojî de, kesek (Tirens) bi navê “Rêbiwer Îbrahîmî” bi sedema givaşa derdorê, li gundê Tengîser a girêdayî bajarê Sineyê dawî bi jiyana xwe anî.
Di meha Gelawêja sala 1401`an de, “Koser Berfî” jina ciwan a xelkê bajarê Pîranşarê bi awayek nexuya canê xwe ji dest da. Hin kes mirina wê xwekujî û hin jî jinkujî ragihandin.
Parvekirina amara xwekujiya jinan:
Di vê heyamê de 77 jinên Kurd dawî bi jiyana xwe anîne (72 haletên serkevtî û 5 haletên sernekevtî)
Temenê 21 kes ji wan jinan di bin 18 saliyê de bûye ku kêmtirînê ji wan 9 salî bûye.
17 kes ji wan jinan xîzandar, 18 ji wan soba, 1 ji wan dezgîrandar û 41 kes jî nezelal bûne.
2 kes ji wan dersxwan û 1 jî dixtor bûye.
3 haletên xwekujiyê li cihên giştî bûne.
1 kes ji wan ji xwekujiya bi kom a malbatî, ji mirinê rizgar bû.
Çawaniya xwekujiya wan jinên ku zelal bûye:
Xwe bidarvekirin: 28 halet
Xwe şewitandin: 11 halet
Xwe havêtin ji bilindahiyê: 8 halet
Heb xwarin: 6 halet
Xwekujî bi çekê: 2 halet
Xwe havêtin bo nav avbendan: 2 halet
Xwarina jehrê: 1 halet
Sedema xwekujiya wan jinên ku zelal e:
Pirsgirêkên malbatî: 31 halet
Hejarî û givaşên jiyanê: 3 halet
Zewaca bi zorê: 4 halet
Dijayetî digel zewacê: 1 halet
Rêgirî ji dersxwandinê: 1 halet
Xemokî: 1 halet
Hewla destdirêjî kirin: 1 halet
Dabeşkirina haletên xwekujiya jinan li gorî parêzgehan:
Parêzgeha Urmiye: 26 halet
Parêzgeha Sine: 15 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 8 halet
Parêzgeha Îlam: 3 halet
Dabeşkirina amara xwekujiya mêran:
Di vê heyamê de 105 mêrên Kurd dawî bi jiyana xwe anîne (101 haletên serkevtî û 4 haletên sernekevtî)
Temenê 24 kes ji wan mêran di bin 18 saliyê de bûye ku kêmtirînê ji wan 10 salî bûye.
Temenê 18 kesan di navbera 18 heta 20 saliyê de bûye
15`ê Pûşpera sala 1401`an, girtiyek siyasî yê bi navê “Metîn Hesenvend” xelkê bajarê Şinoyê, rojek piştî murexesiyê dawî bi jiyana xwe anî.
di gelempera vê amarê de, girtiyek siyasî, 2 girtiyê asayî, 8 kedkar, 4 serbaz, 2 xwandekar, 2 zarokên kar, derxwanek, mamosteyekî zanîngehê, dengbêjek, kolberek, kêendamek û kadrekî artêşê heye.
3 kes ji wan li cihên giştî de dawî bi jiyana xwe anîne.
4 serbazan di binkeyên leşkerî de dawî bi jiyana xwe anîn.
Çawahiya xwekujiya wan mêrên ku zelal bûye:
Xwe bidarvekirin: 42 halet
Xwekujî bi çekê: 12 halet
Heb xwarin: 10 halet
Xwe şewitandin: 3 halet
Xwe havêtin ji bilindahiyê: 3 halet
Xwarina jehrê: 1 halet
Xwe xenqandin: 1 halet
Sedema xwekujiya wan jinên ku zelal e:
Hejarî, bêkarî, pirsgirêkên aborî: 16 halet
Pirsgirêkên malbatî û civakî: 7 halet
Xemokî: 3 halet
Nedana mûçe ji aliyê karferma ve: 2 halet
Derxistin li ser kar: 1 halet
Lihevnekirin digel berpirsên leşkerî yên binkeyên leşkerî: 1 halet
parevekirina haletên xwekujiya mêran li gorî parêzgehan:
Parêzgeha Urmiye: 60 halet
Parêzgeha Sine: 45 halet
Parêzgeha Kirmaşanê: 38 halet
Parêzgeha Îlamê: 19 halet
Li gorî vê amarê sedema piraniya xwekujiya jinan pirsgirêkên malbatî û sedema piraniya xwekujiya mêran jî hejarî, bêkarî û givaşên aborî bûye.
Tevî ku di vê rapora amarî de xwekujî li parêzgeha Sineyê bo jinan û mêran ji parêzgehên din yên Kurdistanê zêdetir in, lê divê bê gotin amara xwekujiyê li parêzgeha Kirmaşan û Îlamê bi awayek berdewam di rêza herî serê de ye û ew nîşana medyayî nebûna nûçeya xwekujiyê li Îran û Kurdistan ye.
Helbet ku hikûmeta Îranê ji belavkirina amarên zelal yên xwekujiyê, xwe parastiye û tenê bi zêdekirin an kêmkirina rêzeyan wan îşare pê kiriye
Pêka dawîn rapora Cihgirê pizîşkî û Ceribandinê a Saziya Pizîşkê Yasayî, xwekujî li sala 1398an bi danîna berhev digel sala 1397an 8.0 zêde bûye, ku parêzgehên “Îlam, Kirmaşan û Kuhkîloye û Bûyerhmed” zêdetirîn amara xwekujiyê hebûne.
Pêka amara Pizîşkî Yasayî û Wezareta Tendûristiya Îranê, ji sala 1397an rêjeya xwekujiya nûgihanan li Îranê ji sedî 20 bûye, herwisa para nûgihanên Îranê ji xwekujiya salane, ji aliyê Saziya Pizîşkî Yasayî zêdetir ji sedî 7 hatiye ragihandin.
Zêdebûna xwekujiyê di nav ciwanên Îranê de, di salên derbasbûyî de bûye mijarek micid û heta şêwazên ku ciwanan bo xwekujiyê hildibijartine, ji xwe bidarvekirinê di nav cihên giştî heta xwe havêtin ji avahî û pirên hatinûçûnê bûye pirisgirêkek civakî.
Amadekar: Evîn Mistefazade