10’ê “December” roja cîhanî a mafên mirovan + Hevpeyvîn

13:22 - 11 Kanûna pêşîn 2014
66 sal li ser ecibandina Carnameya Gerdûnî a mafên mirovan re derbas dibe û ji 10’ê “december” (çileya pêşîn) a sala 1948’an heya niha, zimanetên cî bi cî kirina xalên wê carnameyê, ji girîngtirîn bernameyên Neteweyên Yekbnûyî, bo ektîv kirina mekanîzmên wê saziyê ye.

Îran ji wan welatane bû ku carnameyên pêşniyaz kirî qebûl kir û deng dayê. Lê belê hikûmeta niha ya Îranê yek ji binpêkerên sereke yên mafên mirovan li cîhanê hatiye naskirin û hertim ji aliyê civakên Navneteweyî ve rexneyên tund jê hatine girtin.

Rêportêrê taybet ê saziya NY li karûbarên mafên mirovan li Îranê ragihand: Hakimiyeta niha ya Îranê bi awayekî sîstematîk mafên mirovan binpê dike.

Li gorî amarên ajansa nûçegihaniya Kurdpa, haletên binpêkirina mafên mirovan li Bihar û Havîna evsal li Rojhelatê Kurdistanê 676 halet bûne ku 41 ji wan haletan derheq binçav kirin û girtina welatiyên kurd de bûne.

Sala borî yek hezar û 550 haletên binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê hatibûn tomar kirin.

Du kes ji çalakvanên mafên mirovan li Îranê di hevpeyvîn li gel Kurdpa, rewşa mafên mirovan li Îranê şirove kirine û wê derbareyê de dilgiraniya xwe der birîn e.

Serpereştê Navenda Belgename a mafên mirovan, koka wê binpêkirina sîstematîk li Îranê bi awayekî giştî di çarçoveya destûra bingehîn a wî welatî de dibîne.

Bi gotina Rad Sencabî, wê navendê heya niha du raport derheq binpêkirina mafên mirovan li Îranê amade kiriye û raporteke din jî di mehên pêşerojê de yê bê amade kirin.

Herweha Hûsên Baqirzade, îdam kirin wek cezadaneke namirovane bi nav dike û bûyerên xirab yên ku piştî darvekirinê bi ser îdamker û civakê de tên berçav digre.

Navbirî di wê hevpeyvînê de dibêje nakokiyên bawerî nabe bibin sedemê binpêkirina mafên mirovan û wê yekê jî napejirîn e.

Naveroka gotûbêjê di pişka hevpeyvîn a ajansa nûçegihaniya Kurdpa de bibîn in.