105 kes ji karmendên îdareya Werziş û Lawan,4 mehe ku diraf wernegirtine !

15:05 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek berçav ji karmendên Îdareya Werizş û Lawan ya parêzgeha Kirmaşanê di nameyekê de jibo wezîrê werzişa Îranê,daxwaza wergirtina niaşê xwe yê 4 mehên derbas bûyî kirin.

Li heman demê de 250 kes ji kedkarên kargeha “Zagros”ya bajarê Qûrwê”, 105 karmendên îdareya Werziş û Lawan ya bajarê Kirmaşanê,li destpêka îsal heya niha miaş wernegirtine.

Karmendên vê îdareyê di nameyekê de nerazî bûna xwe jibo wezîrê Werziş û Lawan nîşan dane û daxwaz kirine ku pêragihîştin jibo pirsgirêk û rewşa wan ya nadiyar bihê kirin.

Yek ji endamên îdareya Werziş û Lawan ya parêzgeha Kirmaşanê ragehand: Em li gel malbatên xwe pitir ji 500 kesan dibin û piraniya me li xaniyên kirê de jiyanê dikin û her seva vê yekê nedana miaş bi me, em tûşî gelek kêşe û pirsgirêkan kiriye.

Li gor vê nameyê û her wisa axavtina karmendên Îdareya Werziş û Lawan, berpirsyarên wê îdareyê ragehandine ku em nikarin pirsgirêkên we çareser bikin û hûn dikarin bo xwe li pey karekî din bigerên.

Nedana mûçe û moaşê wan karmendan li demekê deye ku ew 150 karmendên wê îdareyê heyamê 4 heya 25 salane ku li wê îdareyê de kar dikin.

Niha “Ebas Emanî Şehrek”berpirsyarê giştî yê Îdareya Werziş û Lawan li parêzgeha Kirmaşanê ye.