10 Xwendekarên Kurd Ên Girtî Li Hember Balyozxaneya Tirkiyê Li Tehranê, Hatin Azadkirin

12:01 - 5 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: 10 kes ji wan xwenekarên Kurd li Tehranê ku roja 03.01.2012-an, bo diyarkirina nerazîbûna xwe derheq komkujiya Şirnaxê ji aliyê Arteşa Tirkiyê, meşek nerazîbûn li hember balyozxaneya Tirkiyê pêk anîbûn û piştre ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn destbiserkirin, serbeset hatib berdan.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa, jimerya xwenîşanderên Kurd ku digihîşte 70 kesan û roja sêşem bi awayek aram meşa nerazîbûnê rêk xistibûn, bi tundî ketin ber êrîşa hêzên Întizamî û serbarê kutan û lêdana wan, 10 kes ji wan jî hatibûn destbiserkirin ku piştî heyamek man di binekya hêzên întizamî de hatin azadkirin.