10 Welatiyên Newsûdî Bi Zîndan Û Cezaya Pere Hatin Mehkûmkirin

14:25 - 16 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Dezgeha Dadweriya hikûmeta Îranê 10 welatiylên Newsûdî bi zîndan û sezaya bi pere mehkûm kir.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Pawe, ew 10 welatî seba diyarkirina nerazîbûna xwe derheq kuştina welatiyek bajarê Newsûdê bi navê Pûrmend Mehdet Niya ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatibûn destbiser kirin ku ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi zîdan û sezayê pere hatin mehkûmkirin.

Navê girtiyan bi awayê jêrîn e:

-Bextiyar Xendanî, kurê Mihemed, 11 sal zînda û 3 milyûn û 200 hezar tûmen pere sezaya bi pere.
-Muxtar Xendanî, kurê Mihemed, 6 meh û 4 roj zîndan û 300 hezar tûmen sezaya pere.
-Şahrux Xendanî kurê Mihemd, 3 meh û du roj zîndanî û 400 hezar tûmen sezaya pere.
-Hişmet Rezayî, kurê Nemet, 7 meh zîndan û 400 hezar tûmen sezaya pere.
-Efşîn Reûfî, kurê Emîn, 3 meh û 2 roj zîndanî û 300 hezar tûmen sezaya pere.
Hêrîş Osmnaî kurê Teha, Ensar û Efşar Şaweysî, kurê Mîrmihemed, Subhan Rehîmî kurê Cemal û Makwan Keyxosrewî, kurê Ehmed her yek bi 400 hezar tûmen pere hatin seza dan.

Di meşê de seba teqeya hêzên întizamî 4 welartî birîndar bûn û jimareyek berçav hatin destbiserkirin.

Pûrmend Mehdet niya roja 22.03.2011-an ji aliyê fermande Newsûdê hat kuştin û piştre ew fermander bê lêpirsîn hat azdkirin.