Bokan; Welatiyek piştî ku gazî îdareya îtla`atê hat kirin hat binçavkirin
Roja Pêncşemî 21’ê Befranbarê, welatiyê bi navê Nasir Mihemedî û xelkê bajarê Bokanê piştî ku bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hatibû gazîkirin, hate binçavkirin.
Roja Pêncşemî 21’ê Befranbarê, welatiyê bi navê Nasir Mihemedî û xelkê bajarê Bokanê piştî ku bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hatibû gazîkirin, hate binçavkirin.
Êvariya roja Çarşemî 20ê Befranbarê, kolberê bi navê “Nebî Veysî” xelkê Ciwanroyê di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li ser sînorê Newsûdê birîndar bibû.
Roja şemî 23’ê Befranbarê, welatiyê Kurd ê bi navê Osman Dadiwend ê temen 45 salî, kurê Rehîm, xelkê gundê Badîn Ava ya ser bi bajarê Pîranşarê, piştî ku bo taya yekem a dozgeriya giştî û şoreşa Pîranşarê hatibû gazîkirin, bo girtîgeha…
Sibeha roja Înê 22’ê Befranbarê, 2 kolberên bi navên “Ekber Raznehan” û “Dilawer Feramerzî” xelkê gundê “Tîn” a ser bi bajarê Paweyê, bi sebeba teqeya raterasta hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li sînorê Newsûsdê birîndar bûn.
Sibeha roja Pêncşemî 21 Rêbendan, hukmê îdamê yê girtiyê Kurd bi navê “Filît Ebdî” temen 55 salî, kurê Esed, xelkê gundê “Braspî” a ser bi navçeya Soma ya Urmiyê, li girtîgeha Çobînder a bajarê Qezvînê hat îdamkirin.
Serê sibê roja Pêncşemî 21`ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Mêysem Hebîbî” kurê Mihemed Abîd xelkê Nodşeya ser bi bajarê Paweyê, li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê hat îdamkirin.
Sibeha roja Sêşemî 19`ê Befranbarê, kolberê bi navê “Soreş Xeregoşî” temen 33 salî, xelkê gundê “Zêweçîk” ya ser bi bajarê Selmasê, li sînorê bajarê Bane, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin.
Sibeha roja Sêşemî 19`ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Kerîm Sengerî” kurê Rehîm xelkê gundê “Qere Qişlaq” a bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Sibeha roja Çarşemî 20 Befranbarê, kolberek bi navê “Mîrza Ehmedî” temen 43 salî, xelkê gundê “Hincine” ya ser bi navçeya Bane, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Zile” ya vî bajarî canê xwe ji dest da.
Sibeha roja Sêşemî 19ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Siyamend Mîna” xelkê gundê “Girde Berdan” ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.