Nûnerên Ola Sune Li Meclîsê, Nameyek Nerazîbûnê Ji Bo Elî Xamineyî Şandin
Nûnerên Sune ol yên Meclîsa Îranê nameyek nerazîbûn derheq pêkanîna cudahiyên olî û netewî bo rêberê Komara Îslamî ya Îranê şandin û daxwaza bihevre jiyanê dikin.
Nûnerên Sune ol yên Meclîsa Îranê nameyek nerazîbûn derheq pêkanîna cudahiyên olî û netewî bo rêberê Komara Îslamî ya Îranê şandin û daxwaza bihevre jiyanê dikin.
Hêzên leşkerî û ewlehî yên Îranê li Merîwanê roja 17.01.2012-an êrîş dikin ser gundê Nê ya vî bajarî û welatiyek bi navê Madih Nîk Pey kurê Mela Mihemd, bê sedemek ron destbiser dikin û bo cihek nediyar dibin.
Çend rojan beriya niha kevnarnasan li devera Îç Qela li bajarê Amed, ku berê weke navenda dezgeha îtilaata leşkerî ya Tirkiye (Jîtem) bikar dihat, hêstikên 16 kesan peyda dikin.
Mehek e ku welatiyekî Kurd ê xelkê Qeremû ya ser bi bajarê Bokanê, bi navê Zahîd Rostempûr ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê ve hatiye giritin û di çarenivîsek ne ron de ye. Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Bokanê, malbata Zahîd bo…
Navenda Hunerî ya Mihemdê Mamlê, weke dab û edetên salane, xelata salane pêşkeşî hunermendan dike û îsal jî ev xelat pêşkeşî hunermend Ebas Kemendî, kurdê bjarê Sine û hunermendê naskirî bi heft huner, hat kirin.
Yek ji endamên Desteya Rêveberiya Yekitiya Azadiya Karkerên Îranê (YAKÎ)bi navê Şeys Emanî ku ji bo zanîna pirsgirika du girtiyên din serdana dadgeha bajarê Sine kiribû, li wir tê giritin.
Roja 17.01.2012-an, li encam êrîşa hêzên Îranê li Serdeştê bo ser kasibkaran, welatiyek Kurd bi navê Îbrahîm, xelkê Bêtûş, li devera Alan û li pişt gundê Mêrgasê, bi tundî birîndar dibe.
Piştî nîvroya roja Duşem 16.01.2012-an erdhejek bi hêza 4/1 rîştir bajarê Quşçî ku dikeve bakûrê bajarê Urmiyê, hejand.
Dr. Mehmûd Erebû, Endamê rêveberiya Partiya Azadiya Kurdên Sûriyê ragihand ku Kurdên Sûriyê jî weke netewa Ereb ektîv in û li xwenîşandan de beşdar in, lê xwe ji tundûtûjiyan dûr dixin û bi awayek aştîxwazane beşdarî dikin, lê ragihandinên…
Sibêdeya roja Yekşem 15.01.2012-an 12 welatiyên Îranê li zîndana Adil Abada Şêraz ku 7 kes ji wan tawanbar bûn bi kirîn û firotina madeyên hişber û 5 kesên din jî tawanên din encam dabûn, li ber çavê xelkê û li cihên giştî de hatin…