Li sînorê Serdeştê di encama teqeya hêzên leşkerî yên dewletê de kolberek hat kuştin
Roja Yekşemî 21’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Elî Resûlî” xelkê Mehabadê li sînorê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.
Roja Yekşemî 21’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Elî Resûlî” xelkê Mehabadê li sînorê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin.
Roja Pêncşemî 18’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Pexişan Nebîzade, jina Kurd a xelkê Bokanê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin.
Tevî ku 3 meh bi ser binçavkirina welatiyê Kurd ê bi navê “Mihemed Ferîq Şerîetpenahî” xelkê Bokanê re derbas bûye, lê ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wî de nînin.
Roja Şemî 13’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Sureya Qeyteran, welatiya gundê “Kanî Mela” a ser bi bajarê Pîranşarê, hat binçavkirin û bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin.
Sibeha roja Pêncşemî 18’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Saman Mîrzayî” xelkê gundê “Serhowiye”a ser bi bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Roja Pêncşemî 18’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Rizgar Xilkanî” xelkê Serdeştê li sînorê “Hengejale” ya bajarê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin.
Roja Duşemî 15’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, jineke ciwan a xelkê Îlamê bi navê “Meryem Rostemî” temen 21 salî, keça Kyûmers, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Heşt roj bi ser binçavkirina Manîce Xweşnûd, jina Kurd a xelkê Bokanê re derbas dibe, heta niha ti zanyariyên rast li derheq çarenivîsa wê de nînin.
Sibeha roja Çarşemî 17’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, girtiyekî bi navê “Şehab Melikî” xelkê bajaroka Hersîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Qizilhsar a Kerecê hate îdamkirin.
Hikmet Emîrî, çalakvanê medenî yê xelkê Dêhgolanê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş ya vî bajarî bi serokatiya dadwer Rostemî Ehiqer, bi 42 meh girtîgehê hat cezakirin.