“Zohre Dostî” bo cîbicîkirina cezayê girtîgeha wê bo navenda “Sererastkirin û Perwerde” ya bajarê Sineyê hat veguhastin

17:08 - 29 Hezîran 2022

Welatiya bajarê Sineyê “Zohre Dostî” bo cîbicîkirina heyama girtîgeha wê, hat binçavkirin û piştre bo navenda “Sererastkirin û Perwerde” ya bajarê Sineyê hat veguhastin.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Binçavkirin û cîbicîkirina cezayê girtîgeha “Zohre Dostî” girêdayî cezayê ragirtiya wê ya berê hebûye ku piştî binçavkirina cara duyem cî bi cî kirine.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Zohre Dostî berê endamê “Partiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê” bûye û di dawiya meha Xermanan a sala 1398an a Rojî de, bi wergirtina “Emanname”yê li rêya sînorê bajarê Baneyê ve zivirîbû Îranê, lê piştî binçavkirinê bi tohmeta endambûn li vê partiyê de, bi salek girtîgeha ragirtî hatibû cezadan.

“Zohre Dostî” piştî heyamekê bibû endamê “Partiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê”” û piştire di meha Xezelwera sala 1400an a Rojî de bi wergirtina “Emanname”yê, dubare zivirîbû Îranê.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: “Cezayê ragirtiya berê ya Zohre, digel cezayê te`izîrî hatiye guherîn û di rojên derbasbûyî de bo cîbicîkirina vê cezayê bo navenda “Sererastkirin û Perwrde” ya bajarê Sineyê hatiye veguhastin”.

“Zohre Dostî” piştî binçavkirina wê li sala 1398an a Rojî, li taya 1 a dadgeha Şoreş a Seqizê bi serokatiya dadwer “Cewad Mistefayî” bi tohmeta endambûn li Partiya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê” bi salek girtîgehê hatibû cezadan.