Zindaniyên Recayîşehr: Îran dijminê sondxwarî yê nifşên civakê ye

21:14 - 30 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek girtiyên zindana Recayîşehr a Kerecê bi derxistina daxuyaniyekî, ji hemû nivşên civaka Îranê xwestin bi zanebûn tevbigerin û yeketiya xwe xurt bikin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek girtiyên zindana Recayîşehr a Kerecê, bi belavkirina daxuyaniyekî hikûmeta îslamiya Îranê wek dijminê sondxwarî yê Mamoste, Karker û nojdaran da nasandin.

Wan hepsiyên girtîgeha Recayîşehr tevî amaje kirin bi zulm û nedadperweriya hikûmetê hember welatiyan de, hemû gelên Îranê di çarçoveya Federasiyoneke hevpar de bi cih bigrin û eniyeke yekgirtî pêk bînin.

Di beşek di vê daxuyaniyê de hatiye: Erê!herçî roj dibihorin nakokiyên nivşên civakê li Îranê zêde dibin, dem hatiye ku hemû gel hember zalim û dîktatoran serhildanê bikin û mafên xwe yên rewa biparêz in. Xwînmijên ku her roj bi girankirina bihaya av, eliktirîk, gaz û,..hwd berîkên xwe tejî dikin û desthilata xwe didomîn in; ew desthilata ku wek geneyekî pêsîra welat girtiye, li wê zêdetir nikare zextê li nifşên hejar û meqdûr bike. Gel hişyar bûye. Em hêvîne! Ew dê di demeke nêz de, bi helwesteke hevpar û hemû aliyane, dawî bi wê dîktatoriyeta zalimane bînin.

Naveroka kamîl ya wê daxuyaniyê di beşên din ên ajansa Kurdpa de bibînin.