Zîndaniyeka Siyasî ya Jin li hepisa Êvîn a Tehranê xwest xwe bikuje

16:00 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hepsiyek Jin li zîndana Êvîna bajarê Theranê, piştî lêkolîn û lêpirsîna karbidestên ewlehiya zîndanê,dest daye xwe kuştinê.

Nûçegihaniya “Hêrana” bilav kir, berwar 1’ê Tîrmeh, Biseme Elcebûrî jina zîndanî li girtîgeha Êvînê, piştî vê yekê ku ji aliyê “Ebasî”berpirsyarê wezareta Îttlata dinava zîndana Êvînê kevte ber lêpirsînê,seva zext û giwaşên navbirî hewla xwe kuştinê da.

Tê gotin ku zîndaniya han ji aliyê hevalên xwe bo Bêhdariya zîndanê hatiye şandin û li mirinê hatiye rizgar kirin.

Jina han bi tawana “Sîxurî bo welatê Îraqê”bi 5 salan zîndanê hetiye mehkûm kirin û niha heyamê 2’salane ku li zîndanê deye.

Besme yek ji berpirsyarê berê yê wezareta Bazirganî ya Îraqê ye û her wisa xwediyê “Hotêla Elreşîd” ya bexdayê ye.