Zindaniyek Siyasî Ên Kurd Dest Da Girve Birçîbûnê

12:24 - 8 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: welatiyek Kurd li zîndana navendî ya bajarê Sine bi sedema neronbûna rewşa xwe dest da gireva birçîbûnê.

Cibreîl Xusrewî bi sedema neronbûna rewşa xwe û dirêjbûna dema destbiserkirina xwe li zanîngeha navendî ya bajarê Sine, heyamê 8 rojan e ku dest daye girva birçîbûnê.
Ev welatiyê Kurd li meha Julaya sala 2008-an de bi tawan hevkarîkirin ligel yek ji partiyên siyasî ên dijî Îranê hate destbiserkirin û dezgeha dadwerî ya Sine 6 sal zîndanê jîre birî.

Ceberîl Xuserewî zêdeyî 3 sal û şeş mehan e ku li zîndanê de ye.