Zeyneb Celaliyan bo girtîgeha Qerçekê hate veguhastin

10:42 - 3 Gulan 2020

Roja Şemî 13`ê Banemerê, “Zeyneb Celaliyan”, hepsiya siyasî a Kurd a xelkê bajarê Makoyê, bo girtîgeha Qerçek a bajarê Weramînê hate veguhastin.

Ew hepsiya siyasî, roja Çarşemî 10`ê Banemerê, di girtîgeha bajarê Xoyê de bo girtîgehên bajarên Urmiyê, Kirmaşan û Evîn a bajarê Tehranê hate veguhastin.

Çavkaniyên nêzîk ji malbata Celaliyan bas ji “hegera dosiyasaziyeke nû bo Zeyneb û veguhastina wê bo bajarê Tehranê bo lêkolînê” dikin.

Heyamek beriya niha, Saziya lêxweşbûn a Navnetewî daxwez ji berpirsên hikûmeta Îranê kiribû ku dawî bi hepsiya nadadperwerane ya Zeyneb Celaliyan bînin.

Ew hepsiya siyasî rêketa 20`ê Reşeme ya sala 1386`an, li bajarê Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Piştre di Sermaweza sala 1388`an, bi tohmeta (Muharibe) û endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdistanê, bi sêdareyê hatibû cezadan û piştre bo hepsa heta hetayî hate guherîn.

Cezaya lisêdaredana wê hepsiya siyasî, di meha Banemer a sala 1388`an ji aliyê dadgeha pêdaçûnê hate piştrastkirin, lê piştre di meha Sermawez a sala 1390`an li ser biryara lêbûrîna rêberê nîzamê, bo hepsa hate guherîn û kêmkirinê.

“Zeyneb” sala 1361`an, di bajarê Makoyê ya ser bi parêzgeha Urmiyê de ji dayîk bûye.