Zexta li ser xelkê herêmên Erebakincî her dom dike

13:46 - 4 Adar 2012
Kurdpa: hêzên ser bi Îdareya Îtilaatê ya bajarê Şûş hijmarek ji nûcian û laên Ereb ên vî bajarî destbiser kirin

Li gorî rapora çalakên mafê mirovan li herêmên Erebakincî ên Îranê, Cefer Ke’bî temen 15 salî, Hesen Xesircî, Elî Ke’bî, Mistefa Ebdulxanî, Ebbas Ke’bî, û Îsmaîl Cenadle, û pêştir jî Ebdulselam Hemzawî ji girtiyan in.

Bajarê Şûş çend hefteyan berî niha jî şahidê çendîn nearamiyên siyasî li derheq hilbijartina meclîsê de bû.

Li gorî rapora rêkxiraa “Çavdêr ya mafê mirovan” li Niyoyorkê û rêkxirawa “efûya netewî” li Londonê du kes ji girtiyên Ereb bi navên Mihemed Ke’bî 34 salî, û Nasir Elboşke temen 19 salî, li girtîgeha Îdareya Îtilaatê a rejîma Îranê de canê xwe ji dest dane.