Zext û giwaşên hêzên rejîmê ser wilatiyên Kurd dom dike

14:46 - 30 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên întizamî yên Komara Îslamî a Îranê li gundên derdûra bajarê Sinê dest bi zewt û kom kirina mahwareyan kirine.

Li gorî nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa,heyameke hêzên întizamî bi alikariya Îdareya Emakin a şaristana Sinê li gundên herêmê de dest bi geryana malên wilatiyan bi awayek girseyî dikin û mahwareyên wiatiyan zewt dikin.

Çavkaniyek haydar li bajarê sine bi Ajansa Kurdpaê ragehand:hêzên întizamî piştî zewt kirina mahwareyan bi awayekî nivîskî ji wan xwestine ku eger carek din mahwareyan bikirin dê rapêçî dadegehê bihên kirin û li gorî yasayê dê ev bihên ciza dan.

Ji aliyek din çend rojan beriya niha hêzên întizamî ên cêhgir li pasgeha “Hesen awa”hejimarek ji dîşên mahwareyên wilatiyan li taxê “Sipûr awa “zewt kiri bûn.