Zext û giwaşên hêzên Îttlatî Bavê çalakvanek Kurd tûşî xwestexanê kir

14:20 - 27 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Roja Duşem berwar 24’ê Hezîrana 2013’an, Hebîbullah Gulkar bavê çalakvanê Kurd Şoreş Gulkar,piştî zext û giwaşên hêzên Îttlatî û seva celteya dil jibo çareseriyê bo xwestexanê hate şandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Hebîbullah Gulkar piştî vê yekê ku kurê wî bineçarî ji welat rewiya, ji aliyê hêzên ewlekarî û navendên dadveriyê yên Komara Îslamiya Îranê û bi armanca wegerandina kurê xwe bo Îranê kevtiye bin zext û giwaşa hêzên Îttlatî û her seva wan zext û giwaşan tûşî celteya dil bûye û li encam de roja duşemiyê bi armanca çareseriyê jibo nexweşxaneya “Lewasan”ya bajarê Tehranê hate şandin.

\"13489.jpg\"
Hebîbullah Gulkar، bavê çalakvanê Kurd Şoreş Gulkar
Şoreş Golkar kurê Hebîbullah, rojnamenivîs û çalakê Kurd yê xelkê bajarê Sinê ye ku piştî heyamekê girtin û eşkence danê bi wesîqeyê hatiye azad kirin û seva vê yekê ku metirsiya canî li ser wî hebû, bineçarî ji welat rewiya ye.

Piştî derkvetina wî, dezgeha qezayî ya Komara Îslamiya Îranê bi armanca radest kirina Şoreş,zext û giwaşek zaf xistine ser malbata wî û ew zext û giwaş gihîşte cihekê ku dadgehê biryara zewt kirina xanîberên bavê wî da.

Biryara han li demkê deye ku xaniyê han tenê ciheke ku malbata Şoreş hene û têde akincî ne.