Zext û giwaşên hêzên dewleta Îranê bo ser malbatên çalakên siyasî didome

13:53 - 20 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Malbata 2 çalakên siyasî yên Kurdistana Îranê ji aliyê dezgeha ewlekariyê ya Komara Îslamiya Îran rû bi rûyê zext û giwaşê dibin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê serdana malbata Kawa û Esirîn Kanebî xwîşk û bira yên çalakvan kirinê xelkê bajarê Bokanê kirine û bi dayik û babê wan 2 çalakane ragehandine , dibe zarokên wan xwe radestî navendên dadverî yên Komara Îslamiya Îranê bikin.

\"13352.jpg\"
Her di vê pêywendiyê de berwar 5’ê Hezîranê di nameyekê de daxwaz ji malbata wan 2 çalakên siyasî kiriye ku divêt zarokên wan li dadgehê de amade bin.

Dadgeha şoreş ya Îranê wan du çalakên siyasî bi çêkirina civînên nerazîbûnê û alikarî tevî partiyek Kurdistanî tawanbar dike.

Kawa Kanebî sala bihûrî tevî xwîşka xwe binavê Nesirîn seva zext û giwaşên hêzên Îttlatî bi neçarî li Îranê rewiyan û niha li welatê Turkiyê jiyanê dikin.

Kawa û Nesirîn seva xwenîşandanekê ku bi hinceta kuştina keça Kurd ya binavê Someye Feyzullahpûr hatibû rêkxistin, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatibûn naskirin û seva wan zext û giwaşan bi neçarî ji Îranê rewiyan e.
\"13353.jpg\"